Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwekujiya Çar`emîn kêmendamê şerê Îran û Îraqê

13:10 - 12 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Kêmendamekî şerê Îran û Îraqê di bajarê Qomê de xwe şevitand, û eve 4`emîn kêmendame ku bi wî awayî xwe dişevitîne.

Kêmendamekî şerê Îran û Îraqê, di bajarê Qomê de xwe şevitand, navê wî kesê ku xwe şevitandiye nehatiye ragihandin, lê ew kes bi sedem şevitîna kûr, canê xwe ji dest daye.

Di wan 3 mehên derbasbûyî de, eve 4`emîn kêmendamê şerê Îran û Îraqê ye ku xwe dişevitîne.

Bi nav “Binyada Şehîd” a rejîma Îranê, bas ji heger û sedemên wan xwekujiyan nake, lê pêka hin malperên girêdayî rejîma Îranê, bas ji hejarî û bêhivîbûn ji çaresernkirina pirsgirêkên wan kesan ji aliyê binkeyên girêdayî yên rejîmê bi taybet ji bi nav Bonyada Şehîd a rejîmê dike.

Berçav negirtina xwest, daxwaz û hewcehiyên wab kesan ji aliyê karbidest û endamên berê yên saziyên rejîmê ve, bi tabet kesên kêmendambûyî di şerxwaziyên rejîma Îranê de, nîşan ji giringî nedan bi can, tendurustî û hewcehiyên hevwelatiyên Îranê ye, û giringî nedan bi kesên xwe gorî kiriyê rejîmê nîşan dide, ku rejîma Îranê wan kesan tenê bo berjewendiyên xwe bikar tîne û ti nirxekê bi exlaq û bihayên mirovî nade.