Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwekujiya kadrên dermanî di Îranê de

11:11 - 22 Kanûna Paşîn 2021

Bi sedema givaşên dijvariya jiyanê û piştguh xistina ji aliyê rejîmê ve, perestar û kadrên dermanî jî di Îranê de, hevarê dibne ber xwe kuştinê.

Roja Pêncşemiyê 21`ê Kanûna Paşîn a 2021an, Perestarekê di yek ji nexweşxanêt bajarê Abadanê de, bi kotana 2 Derziya bi laşê xwe, dawî bi jiyana xwe anî.

Gorî nûçeya belavbûyî , ev perestar ku kadrekî dermanî bû û tête gotin ku jinekî ciwan bûye û nav jê nehatiye eşkere kirin, di yek ji Nexweşxanên Abadanê de mijûlê kar bû.

Di heyamê sala derbas bûyî de û di çaxê belavbûna Koronayê de, givaşekî zaf li ser Perestana û kadrên dermaniye, û ji aliyekî dinê jî, bi sedema xirabiya rewşa abûriyê û kêm bûn û paşte kevtina Hiquq ve, Perestar rastî gelek pirskirêkên mezin hatine.

Bi sedema girîngî nedana rejîmê bi rewşa xirabe jiyana kadrên dermanî û ev hemî givaşa li ser wan, ku şew û roj dixebitin û wê yekê jî bandora nerênî a rûhî û rewanî danaye ser wan, lewma em dibînin ku rojane di zaf bajar û nawçên Îranê de, pizişk û perestar bi awayên cur bi cur nerizayetiya xwe didne xuyakirin.

Her bi sedema wan givaşaneye ku gorî amarên rejîmê, di heyamê salekê de pitir ji 2 hezar kes ji kadrên dermanî  ji welat derkevtine û mişextiyê welatên bîhanî bûne.