Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên Behayî ji zanîngehan têne derxistin

10:39 - 27 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Xwendekareke din ya Behayî ji domandina xwendina xwe bêpar ma.

Şeqayiq Şoqî hevwelatiya Behayî û xwendekara qonaxeke karnasiya beşa kîmyayê li zanîngeha Sen`tî a Îsfehanê de bi sedema Behayîbûnê ji navnivîsiyê û domandina xwendinê di vê qonaxê de bêpar ma.

Li gora rapora “HRANA”  Şeqayiq Şoqî hevwelatiya Behayî xelkê Îsfehanê di sala 1394`an de wekî tenê çend kesên din, ên Behayî, karî ku here zanîngehê, lê piştî sê salan, pêşiya navnivîsiya wê girtin.

Serbarê pêşîgirtin ji Behayiyan, carna ew dikarin herin zanîngehê, lê piştre berpirsên rejîmê hêcetekê jê re dibînin û ji zanîngehê derdixin. 

 “HRANA”yê berê jî çend rapor belav kiribûn ku tê de bas ji derkirina çar xwendekarên Behayî bi navên Şeqayiq Zebîhî, Nîkan Şeyidan Şîdî, Mîsaq Ixzayî, û Anahîta Hur kiribû.

Di hefteyên borî de, û piştî raghandina encama konkora sertaserî ya sala 1397`an jî gellek ji xwendekarên Behayî berî çûna bo zanîngehê bi hêceta binpêkirina dosiyeyê, ji domanina xwendinê bêpar man.  

Hêjayî basê ye ku Behayiyên Îranê,  ji azadiyên pêwendîdar bi baweriyên olî bêpar in, û ew bêpariya sîstematîk di demekê de ye ku li gora madeya 18`an ya daxuyaniya cîhanî ya mafê mirovan û madeya 18 ya mîsaqa navneteweyî ya mafên medenî û siyasî, her kesek di azadiya dîn, û guherîna ol û baweriya xwe, û azadiya ramanê bi awayê takekes yan bikom û bi awayekî eşkere yan di bi awayê veşartî azad e.