Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên Îranê kombûnên nerazîbûnê lidar dixînin

19:17 - 14 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Xwendekarên çendîn zanîngehên Îranê, bo dijberiya digel peçatina bizorê û geşta Îrşadê, kombûnên nerazîbûnê lidar xistin. 

Roja Duşemî 22`ê Banemera1398`an, xwendekarên zanîngeha bajarên wekî, Tehranê, Tevrîz û Sine, li hemberî peçatna bizorê, geşta Îrşad, girtin û derxistina çalakvanên xwendekariyê, civînên nerazîbûnê lidar xistin.

Ew civînên nerazîbûnê, bertek û tûndûtijiya heraseta rejîmê li zanîngehan lipey xwe hebûye û xwendekar rastî gef û êrîşên besîcan hatin.

Herwisa besîcên rejîmê êrîşî ser xwendekaran kirin û rê nedan da ku, daxuyaniya xwe bixwînin.

Her di vê pêwendiyê de, xwendekarên zanîngeha bajarê Sine, bi sedema derxstina xwendekarên çalak yên li warê siyasî, civînên nerazîbûnê lidar xistin.

Di Îranê de xwendekar, di hemû aliyan de, din bin givaşan de ne û rejîma Îranê jî, bi tûndtirîn awayî çavdêriya van dike û tepeser dike.

Cuda ji givaşên wiha, tepeserkirin û çavdêrîkirina xwendekaran, li Îranê 42% ji xwendekar betalin û ew amara di dîroka Îranê de bê mînak bûye.

Bi giştî siyasetên rejîma Îranê bûye sedema serekî ya daketina asta zaniyarî û zanista xwendingeh, zanîngehan û bi taybet rewşa rewşenbîriya zanîngehan, ji aliyekî din ve jî, bi diruskirina hêla kar bo xwendekaran, rejîm kêmtirîn hewl dide, û herwisa civaka xwendekariya Îranê, xwe di rewşa hakim ya li Îranê nabînin û di dawiyê de pirraniya wan xwendekaran bi neçarî welat diterkînin.