Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên Kurd berbirûyê Zîbakelam bûn

12:39 - 12 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Xwendekarên zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sine bi tundî rexne li çalakê bi nav reformxwaz ê rejîma Îranê girtin, û wan xwendekaran serxwebûn bi tenê riya gihîştina gelê Kurd bi mafên xwe zanîn.

Roja Sêşemiyê 20`ê Sermaweza 1397`an a Rojî civînek li jêr navê “lêkolînek li ser karê çil salan ê Komara Îslamî di herêmên Kurdakincî de”, bi beşdariya Sadiq Zîbakelam çalakê bi nav reformxwaz ê rejîma Îranê bi rê ve çû. Tê de hejmareke berçav ji xwendekarên zanîngeha Kurdistanê beşdar bûn, û Zîbakelam tevî îşarekirina bi bûyerên Kurdistanê, demokrasî wekî tenê çareseriya kêşeyên Kurdan di Îranê de bi nav kir.

Wî di axavtina xwe de ragehand: Hekî em bi demokrasiyeke rastîn herin pêş, bîra serxwebûnê di Kurdistanê de tu cihekî wê namîne.

Lê xwendekaran serxwebûn bi tenê riya gihîştina Kurdan bi mafê xwe dane danîn.

Dijkiryara van xwendekaran li hemberî axavtinên Zîbakelam piştevaniya xwendekarên din jî li pey xwe hebû, ku bi hawar û çepikan dengê xwe xistin rex dengê hevrê û hevpolên xwe.

Dijkiryara xwendekarên zanîngehê li hemberî berpirsên rejîmê bi taybetî di cihên akademîk de, hevrasta ye digel tirsa derûnî ya rejîmê ji serhildan û şoreşa li dijî stem û çewsandinê.

Zanîngeha Kurdistanê yek ji wan zanîngehan e ku ji bilî xwendekarên Kurd hejmareke berçav ji xwendekarên bajarên din ên Îranê jî tê de ne.

Dijkiryara li hemberî axavtinên Zîbakelam cuda ji vê ku nîşanderê asta zanyarî û têgihîştina lawên Kurdistanê li hemberî rewşa niha ya Kurdistanê ye, dikare xaleke bihêz be jî, bo gehandina dengê lawên Kurdistanê bi neteweyên bindest ên Îranê, ku ew jî bona bidestvegirtina mafê çarenûsa xwe, êdî bêdeng nebin, û dengê azadîxwaziya xwe li dijî sîstema zêdexwaz û serberedayî a rejîma Îranê bilind bikin.