
Kurdistanmedia: Xwendekarên zanîngeha Azad ya bajarê Sine, derheq vêdebirina taya perestariyê di wê zanîngehê de, nerazîbûna xwe anîne ziman.
Roja Duşemî, 23`ê Rezberê, xwendekarên zanîngeha Azad ya bajarê Sine, nerazîbûna xwe derheq vêdebirina taya perestariyê di vê zanîngehê de nîşan dan, û eva jî di demekê de ye ku xwendekaran perê nav nivîsînê jî bi tewahî dane.
Li gorî raporta nûnçegihaniya “ÎRN” ya girêdayî rejîmê, yek ji xwendekaran gotiye ku: Piraniya xwendekarên ku hatine vêdebirin xwediyê, hejmar û karta xwendekariyê ne, û perê zanîngehê jî dane û ev heyama hefteyekê ye ku bo ders xwendinê di zanîngehê de amade dibin.
Berpirsê zanîngehê gotiye ku, wezareta tendrustiyê îzina wergirtina xwendekaran bo vê zanîngehê neda ye, herwisa navbirî daye zanîn ku, ev wê hewl bide da ku digel berpirsê wezareta tendrustiyê biaxive, da ku hemû ev kesên ku hatine vêde dan di vê taya perestariyê de, bikarin, her div ê tayê de xwenddina xwe berdewam bikin.
Wezareta tendrustiyê ya rejîmê, derheq birêvebirina piroseya perestaran heta asta hewce di nexweşxaneyan de, xwendekarên vê taya ders xwendinê kêm kirine, ji aliyekî din ve navendên sênfî yên perestarên nexweşxaneyê wê yekê , xesar dide zanîn.
Zanîngeha Azad yek ji zanîngehên Îranê ye ku, bo nav nivîsînê di hemû tayayên dersê de, pereke zef ji xwendekaran werdigire, û dema ku xwendekar nekarin wî pereyî , bidin, ev ji berdewam kirina xwendinê û beşdarbûna di têstên dawiya dersê de bê par dibin.