Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên zanîngeha Kurdistanê, daxuyaniyek belav kirin

17:28 - 26 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Piştî bêrêzîkirina berpirsê besîc ê xwendekarê zanîngeha Kurdistanê, xwendekarên wê zanîngehê, tevî amadebûna wan bi kincên Kurdî di zanîngehê de, daxuyaniyek jî di vê derheqê de, belavkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xwendekarên zanîngeha Kurdistan di bajarê Sine de, bi belavkirina daxûyaniyekê derheq rêzgirtin li hemû kultûr û ziman, ji xwendekaran daxwaza piştevanîkirin ji wê daxuyaniyê kirin, û gotin dibe berpirsên zanîngehê jî di di civînên paşerojê de, bersiva van bêrêziyan bidin.

Di pareke wê daxuyaniyê de wiha hatiye: “Em xwendekarên zanîngeha Kurdistanê, daxwaza rêzgirtin li hemû gel, kultûr û zimanên cîhanê dikin û ev wekî erkeke exlaqî û mirovî ya me ye, bi tu kes û girûpekê yekparçexwaz, îzin nadin ku mafê tu mirovekê binpê bike”.

Herwisa li pareke din ya wê daxuyaniyê de hatiye: “Hêviya me hemiyan ewe ku di welatekê de bijîn, ku xelkên wî welatî girêdaiy tu kesayetiyekî nebin, belkî bi kesayetiya ku hene bên naskirin.

Roja Şemî 4`ê Cozerdana 1398`an, xwendekarên keç û xortên zanîngeha Kurdistanê ya li bajarê Sine, bersiva bêrêziyên Seyîd Îneyet Cûybar, berpirsê besîc ê xwendekar yê wê zanîngehê ku bi kincên Kurdî kiribû dan, li hereketeke yekdeng de, bi lixwekirina kincên Kurdî û amadebûn di polên dersxwandinê de, bersiveke tund ji berpirsên zanîngeh û besîciyan re dan.

Wî berpirsê besîc ê xwendekar, daxwaz ji îtila`at û hêzên tepesekar ên rejîmê kiribû ku, her xwendekareke Kurd ku bi kincên Kurdî bê nav zanîngehê, desteser bikin. Her bi vê sedemê jî xwendekar bi I xwekirina kincên Kurdî nû amadebûna di zanîngehê de, bersiva wî besîcê rejîmê dan.