Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên zanîngeha Kurdistanê kombûnên nerazîbûnê lidar xistin

18:27 - 13 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Xwendekarên zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê, bi hegera derxistina xwendkarên çalak di warê siyasî de kombûnên nerazîbûnê lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî, 23`ê Xakelêweyê xwendekarên zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sinê , li hemberî derxistina xwendekarên çalak di warê siyasî û bi perebûna xwendin li zanîngeha Kurdistanê de, kombûnên nerazîbûnê bi rêve birin û daxwaza derxistan Dr. Osman Ezîzî, cêhigirê karûbarên xwendekarên zanîngeha Kurdistanê li vî bajarî kirine.

Kombûna nerazîbûnên wan xwendekaran ku bi dirûşmên wekî, berpisê lênehatî dev berde dev berde û xwendekar bêzare û jidestpîsiyê bêzarin, lidarxistin, û ji berpirsên zanîngehê daxwazkirin da ku xwendekarên ku xebata siyasî encam dane, wan ji zanîngehê dernexînin û herwisa daxwaza derxistina cêhigirê karûbarên xwendekarên vê zanîngehê kirine ku, sebeba serekî a derxistina xwendekarên çalak li warê siyasî di vê zanîngehê de ye.

Xwendekarên zanîngeha Kurdistanê, xeyrî hindê ku di heyama çend salên borî de, bi awayekî berdewam nerazîbûna xwe li hemberî neîdaletiya berpirsên vê zanîngehê derheq xwêndekaran û destpisî û derxistina xwendekaran ji vê zanîngehê nîşan dane, di dawiya sala 1397`an li destpêka sala nû ya 1398`an de, çendîn caran kombûnên nerazîbûnê bi rêve birine.

Berpirsên zanîngeha Kurdistanê jî, neku tu guhdanek bi nerazîbûnên xwêndekaran nedane, belkû hewl dane ku bi dirindetirîn rewş, wan kombûnan serkut bikin û bi rêveberên wan kombûnan têkder binav bikin û ji zanîngehê derdixînin.