Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên zanîngeha Tehranê piştevaniya hêza pêşmerge dikin

18:48 - 31 Adar 2019

Kurdistanmedia: Komek ji xwendekarên zanîngeha Tehranê, bo piştevanîkirin li xebata pêşmerge, û piştevanîkirin li PDKÎ, terheke girafîkî darêtin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xwendekarên zanîngeha Tehranê, li beşa dersê a girafîk û fîlimê de bo piştevanîkirin li xebat û berxwedaniya hêza pêşmergeyê Kurdistanê, terhek darêtine, û pêşkêşî hêza pêşmergeyên Kurdistanê kirin.

Xwendekarekî beşa dersê a girafîk, di vê derheqê de, di gotûbêjeke telefonî de, basa wê kiriye ku, ew  terhekî Girafîkiye ku, ji aliyê xwendekarên wê beşê, li zanîngeha Tehranê, pêşkêşî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye kirin, û piştevanîkirin li Rasan û xebata pêşmerge ye.

Ew terha, rojek bi alaya Kurdistanê û nivîsîna Rasanê û desteke bi awayê mist girtinê ku, li Rasanê çevkanî vergirtiye û ji xwe digire, û roja wê jî, tarêtiyê jinav dibe ku, hêmaya zilm û sitemê ye.

Dezgeha ragehandina PDKÎ, spas û pêzanîna xwe pêşkêşî xwendekarên beşa dersê a girafîk û fîlimê yên li zanîngeha Tehranê dike, û hêviya berdewambûn, li xebat û piştevanî kirin li pêşmergeyan dixwaze.