
Zanîngeha “Peyamê Nûr” di bajarê Selmasê de pirsgirêka micid ya nebûna bîna bo beşên birêveberî û hînkariyê heye û xwendevan di bînayên kevin û nîvekavil yên Îdareya Perwerde û Hînkariya wê parêzgehê de dimînin.
Zanîngeha “Peyamê Nûr” di wî bajarî de pirsgirêka micid ya nebûna avahî bona pişka birêveberî û hînkariyê heye û xwendevanên wê zanîngehê di avahiyên kevin û bi nivehirîfî yên îdareya Perwede û Hînkariya wî bajarî de dimînin ku ti ewlehiyeke wan bînayan tinîne.
Bînaya birêveberî û hînkariya zanîngeha “Payam ê Nûr” ku çendîn sal e bi seqetî maye û hêj bi tenê qewareyek ji wê bînayê hatiye çêkirinê, bi salan e ku ti kareke din li ser wî bînayî nehatiye kirin.
Beşa birêveberî, perwerde û herwisa cihê mana xwendevanan bi awayê îcarekirina bînayên kevin yên Îdara Perwerde û Hînkariya wî bajarî de hatiye birêvebirin ku tevî kevinbûna wan bînayan, heta niha ti karek bona çareserkirina wê pirsgirêkê jî nehatiye kirin.
Li sala 1393an erdek bona avakirina wê zanîngehê bi berprsên wê zanîngehê re wekî diyarî hate dan ku biryar bû bi qasî 1830 metra 2cî li 3 qatên wê bînayê de ev avahî bê çêkirin lê çendîn sal e ku li qonaxa iskilêtbendiyê de maye û xwendekar di rewşeke xirab a xevtingeh, perwerde û hînkariyê de dijîn.