
Piştî belavbûna lîstê xwendevanê derçûyî yên konkûra Îranê, xwendevanên Behayî ji çûn bo zanîngehan hatine bêparkirin ku her sal ew rewş dubere dibe.
Roja Şemî, 31ê Çirriya Pêşîn, listê derçûyên konkûra seranserî ya Îranê hate belavkirinê û hejmarek ji Behayiyan ku pileya hewce bo qonaxa zanîngehê bi destê xwe ve anîbûn bi nivîsandina “Neqzê Perwendê” li pêşiya navên wan, ew ji dersxwendinê bêpar kirine û ti zaniyarekî zêdetir jî li ser nedane.
Li Konkûra seranserî ya Îranê, wê carê 189 hezar û 948 dersxwan bi serketin û pileya hewce bona çûn bo zanîngehan bi destê xwe ve anîne.
Pêka raporan, dersxwanên Behayî piştî serdana malpera damezraveya “Senciş” dîtine ku li pêşiya navê wan kesan “Neqzê Perwendê” anku batilkirina dosyeyê nivîsandine.
Rêgirî ji dersxwandina Behayiyan li qonaxa zanîngehan, rewşeke nû nîne û rejîma Îranê piştî her konkûrekê hevwelatiyên Behayî bi awayekî sîstematîk ji berdewamkirina dersxwandinê bêpar dike.
Pêka carnameya cîhanî ya mafê mirov ku rejîma Îranê yek ji wajokerê wê carnamê ye, mafê dersxwendin li zanîngehan bê berçavgirtina nifş, reng, zayend, ziman, Ol û bawera siyasî wekî maf dane zanîn, lê rejîma Îranê pêka hizra xwe ya dijî mirovahiyê, ti mafek bo ti kesekî napejirîne û xwe xwediyê tev maf û heta qeder û can û malê xelkê dizane.