Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendingeheke Bûşêhrê agir girt, û mamosta jî bêhiş bû

12:02 - 24 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Xwendingeheke Bûşehrê agir girt, û dersxwan hatin rizgarkirin, lê mamosta di nav odeyê de asê ma, û ji hişê xwe çû.

Li gora nûçeya nûçegihaniya “HRANA”yê, ew agirgirtin di “Laboratory” (taqîgeh) a xwendingeha Emîrî  di parêzgeha Bûşehrê de rû da, û mamosta karî zarokan rizgar bike, lê bixwe di nav dûkel û dûmana agir de asê ma û çû komayê.

Birêveberê vê xwendingehê ragehand: “Bi alîkariya hejmarek ji dê û bavên dersxwanan û pirsonelê xwendingehê, di demekê ku deriyê “Laboratory”yê jî qifil bibû, me karî bi zehmet mamostayê ku çûbû komayê, ji “Laboratory”yê derxist, û veguhaste navendeke dermanî.

Heya niha bas ji sedema vê bûyerê di vê “Laboratory”yê de nehatiye kirin, lê her salê em şahidê gellek bûyerên weha dibin, û bi taybet di demsala zivistanê de bi sedema rewşa guhnedana berpirsan bi rewşa xirab ya xwendingehan, û nestandarbûna polên xwendinê di warê hejmara dersxwanan di poleke xwendinê de, û danîna sobe û îmkanatên kevn, bûyerên bijan rû didin.