
Xaniyeke kevnar yê dewreya “Qacariyan” ku wekî xwendigeh mifah jê dihate wergirtinê û li lîstê şûnwarên dîrokî de hatiye tomarkirinê, ji aliyê berpirsan ve tê firotin û niha danîne muzayîdê.
Xwendingeha dîrokî ya “Hidayet” ku yek ji bînayên dîrokî yê bajarê Urmiyê ye, li sala 1375an li lîstê şûnwarên dîrokî yên Îranê hatiye tomarkirin û li sala 1347an de ji aliyê xwediyê wê yê nû ve dibe dibistan û di şerê 1ê cîhanî de, ji aliyê Firansayê ve jî wekî cihê manê mifah jê wergirtibûn.
Cihgirê Hevahengkerê Avedanî yê Parêzgariya Urmiyê, “Aydîn Rehmanî”, tevî ku Saziya Mesken a Parêzgeha Urmiyê, bi xwediyê wê bînaya dîrokî dizane, ragihandiye ku: “Ew dikarin her milkeke xwe bifroşin, lê firotina xwendingeha “Hidayet” mijareke cuda ye”.
Berpirsê Giştî yê “Rê û Bajarsazî” yê Parêzgeha Urmiyê, “Muhsin Hemzelû”, ragihand: “Xwendingeha dîrokî ya “Hidayet” milkê kompaniya “Bazaferînî şehrî Îran” e û bi muzayidedanîna erd û milkên wê kompaniyê ku xwendingeha “Hidayet” yek ji wan e, di çarçoveya yasa û biryarên mûzayîde û firotina milkan e û armanc wergirtina mifaheke baş ji wê şûnwarê netewî ye.
Bînaya “Hidayet” ku niha çend alî xwe bi xwediyê wê dizanin, wekî milkê kesîn tê dîtin ku, pêka yasayên tomarkirina bîna û şûnwarên dîrokî ku têne tomarkirinê, êdî milkê giştî ye û parastina wê li stuyê dewletê ye, rejîma Îranê tevî ku wê bînayê naparêze, hêj difroşe.