
Kurdistanmedia: Gellek ji xwendingehên navçeyên erdhejlêdayî ên Kirmaşanê heya niha jî nehatine avakirin, û bo xwendinê nabin.
Ferhad Tecerî mohrê rejîmê li meclisê de, bas ji vê kiriye, ku xwendingehên navçeyên erdhejlêdayî, heya niha nehatine avedankirin, û bo xwendinê jî nabin.
Di dema rûdana erdheja Kirmaşanê di sala borî de, gellek ji xwendingehan di vê herêmê de kavil bûne, û dersxwan bi bê xwendingeh mane, ku ew yek bûye sedema vê ku beşeke zêde ji dersxwanan saleke xwendinê ji dest bidin.
Derheq nêzîkbûna yekem meha Payîzê û vekirina xwendingehan, heya niha gellek ji xwendingehên herêmên erdhejlêdayî nehatine avedankirin, û li gor gotina berpirsên rejîmê, xwendingehên di vê herêmê de bo xwendinê nabin.
Nebûna xwendingehê dibe sedema vê ku gellek ji dersxwanan ji xwendinê paş bimînin, yan jî di nava xîvet û kanêksan de xwendina xwe bidomînin.