Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendingehên Olî ji aliyê xwenîşanderan ve têne şewitandin

11:41 - 18 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Di bajarên Kazirûn û Şîrazê de, 2 xwendingehên zanistî yên Olî ji aliyê xwenîşanderan ve hatine şewitandin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Yekşemî, 26`ê Xezelwerê, di meşa xwenîşanderan de, xwendingeha zanistî ya Olî ya bi navê “Êlmiyê Salihiyê Mekteb el Sadiq” , di bajarê Kazirûnê de şewitandin.

Herwisa di heman rojê de, xwendingehekî din ya zanistên Olî di bajarê Şîrazê de jî, ya bi navê “Xatem El-Enbiya” ji aliyê xwenîşanderan ve, hate şewitandinê.

Ji bo xelkê Îranê eşkere bûye ku, rejîm tu jiyanekî bo civakê dabîn nake, û pirsgirêkên xelkê bo rejîmê ti girîng nîne, lewma xelk ji bo ku di destê wê rejîmê rizgar bibin, her karek ku hewcebe dikin, û heya hizrên xwe yên olî jî binpê dikin, û xelk êdî haydar bûne ku, rejîm Olê wekî emrazekê bo tepeserî, serkut û jinavbirina wan bikar tîne.