Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan bi dijî berbijêrekî Serokwezîriya Îraqê li Bexdayê bi rê ve çû

17:41 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2022

Xelkê bajarê Bexdayê bi dijî berbijêrê Serokwezîriya Îraqê yê bi navê “Mihemed Şiya`i El-Sûdanî” ku kesekî girêdayî bi rejîma Îranê ye, xwenîşandana nerizayetî li dar xistin û li ser dîwaran diruşm nivîsandin.

“Mihemed Şiya`i El-Sûdanî” ji partiya “El de`iwa” ya Îraqê navê xwe bo berbijêriya Serokwezîriya Îraqê tomar kiriye, lê xelkê bajarê Bexdayê bi sedema hogiriya navbirî bi rejîma Îranê nerizayetî nîşan dane û li ber deriyê mala wî diruşm dane û li ser dîwarên mala wî li diruşm nivîsandine.

Navbirî berê jî xwe berbijêr kiribû lê dîsan xelkê li dijî wî û partiya wî ya bi serokatiya “Nûrî El malikî” xwenîşandan li dar xiztibûn.

Xelkê Îraqê ji destêverdanên rejîma Îranê û berpirsên girêdayî bi rejîma Îslamiya Îranê bêzar in, û wan sedema alozî, rojreşî, fitne û zêdebûna terorîzmê di welatê xwe de dizanin, û amade nînin bi ti awayekî wan wek berpirs qebûl bikin.

“Nûrî El malikî” ku berpirsê Partiya “El de`iwa”ê ye, kesekî girêdayê rejîma Îranê ye û çend rojan berî niha çend faylên wî yên li dijî Şîeyan belav bibûn û “Muqteda Sedir” daxwaz ji navbirî kiribû ku dest ji siyasetê berde.