
Kurdistanmedia: Xelkê bêzarbûyî ên Îranê, êdî bê dengiya xwe şikandin û bi sedema bilindbûna nirxa benzîn û tiştên xwarinê, li dijî rejîma Îranê li piraniya bajarên Îranê xwenîşandan kirin, û rejîma Îranê jî, ji tirsa serhildana xelkê ve, di hemû bajarên Îranê nemaze di Kurdistanê de amadebaşî ragihandin.
Li meydana Îqbal a bajarê Sine, xelk nerizayetiyên xwe nîşan didin, û Spaha Pasdaran a terorîs jî êrîşê ser wan dike.
Herwisa li bajarê Kirmaşanê, xelkê nerazî li dijî rejîmê rabûne ser xwe, û silogana “Merg û neman bo Hesen Rûhanî” dibêjin.
Di bajarê Urmiyê, Kamiyaran û bajarê Merîwanê, Seqiz û piraniya bajarên Kurdistanê, li dijî rejîma gendel a Îranê xwenîşandan dikin.
Dîmenî yekemîn qurbaniyê xwenîşander di bajarê Sîrcan a parêzgeha Kêrmanê de ku ji aliyê Spaha terorîst ve hatibû kuştin, di nav torên civakî de dest bi dest dibe.
Li bajarê Meşhedê jî, xelk bi gotina, siloganên Merg û neman bo dîktator, nerizayetiyên xwe nîşan didin.
Di bajrê Kerecê de jî, xelkê nerazî bi silogana “Netirsin netirsin, em hemû bi hev re ne” nerizayetiyên xwe nîşan dan.
Li derheq bilindbûna nirxa benzînê, serkomarê rejîma Îranê Hesen rûhanî, gotibû: Dahata bilindbûna nirxa benzînê, dizavire berîka xelkê de.
Di vê derheqê de “Xalîd derwîje”, Endamê Desteya Kargêrî a PDKÎ got: Eve çewtekariyeke ku rejîma Îranê li derheq xelkê de dike, û dahata wê pareyê hemûyê terxanê girûpên terorîstî li derveyê welat dike. Piştî ku zêdetirîn dahata Îranê li firotina neftê bû, û ev jî giha bi îflasê, lê tevî vê jî, her dîsan bi hemû awayekî li warê malî ve piştevaniya girûpên terorîstî dike, û ev pareye belkî naçe li berîka xelkê, belkî diçe berîka girûpên terorîstî.
Bi wî awayî, hevwelatî, li fêl û gendelkariya rejîma Îranê pê hesiyane, û li dijî rejîma Îranê nerizayetiyên xwe nîşan didin.