Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan di bajarê Merîwanê de çendîn kuştî û birîndar li pey xwe anî

18:31 - 16 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Li berdewamiya xwenîşandan û nerizayetiyên xelkê kurdistanê li dijî bilindbûna nirxa benzînê, çendîn welatî bi sedema teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst hatine kuştin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, îro şemî rêketa 25`ê Xezelwerê, li encama xwenîşandan, li bajarên Kurdistanê li dijî rejîma Îranê, çendîn welatî li bajarê Merîwanê, bi destê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndar bûn.

Di wê xwenîşandanê de, “Osman Nadirî” xelkê “Cûcesazî” a ser bi bajarê Merîwanê, û çendî welatiyê din jî, ku nasnameya wan nexûyaye, hatine kuştin.

Hevdem zarokekî temen 13 salî ê binavê “Hîwa Nadirî” û 2 kesê din jî, yên bi navê “Şaho welîdî”, û “Mêhran” bi dijwarî hatine birîndar kirin.

Banka Ensar ku ser bi Spaha Pasdaran a terorîste û bankên “Milî û Sadirat” jî, hatine wêrankirin.

Asta birîndar û kuştiyan zêdeye, lê nasnameya wan nexûyaye.

Herwisa pombenzîna “Xawerî” û “Kawe Konepoşî”, naskirî bi “Kawe Şêx Bira” ku endamê Spaha Pasdarane di bajarê Merîwanê de, agir berdanê.