Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan di Îraq û Lubnanê de didome

12:32 - 5 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia:  Xwenîşandanên di Îraq û Lubnanê de didomin û 3 kes di bajarê “Kerbela”ê û 5 kes jî li “Bexda”ê de, ji aliyê hêzên asayişa vî welatî ve, hatine kuştinê.

Pêka çavkaniyên asayîş û pişka dermaniyên Îraqê, şeva derbasbûyî de, di dema êriş kirina xwenîşanderan bo ser balyozxaneya rejîma Îranê di bajarê “Kerbela”ê de, 3 kes hatine kuştin.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”(Roîterz), wan 3 kesan xwestine herne nawa avahiya balyozxana rejîma Îranê, ji aliyê hêzên asayîşa Îraqê ve, kevtine ber desrêja gullan û hatine kuştin.

Pêka raporan, hêzên asayîşê, roja Duşemiyê, di bajarê “Bexda”ê de, teqe li xwenîşanderan kirine ku di encamê de 5 kes hatine kuştin.

Pêka rapora nûçegihaniya Firansê, çalakwanên medenî li bexdayê de biryar dabûn ku mangirtina giştî ji roja Duşemiyê heya demekî nexuya bidomînin, wan ragihandibûn ku bo givaş xistina ser berpirsan û bi amanc gihîştina xwestên wan, mangirtinan bidomînin.

Her wisa di “Lubnan”ê de, xwenîşandan didomin û bi belav kirina belavokekî, roja Duşemiyê wek roja mangirtina giştî û givaş xistina ser desthilatdarên vî welatî, ragihandin.

Di belavoka xwenîşanderan de, xwesta dewletekî demî, bêyî pişikdariya desthilatdarê niha yên wî Welatî hebûn, heya bi wî avayî, bikarin kirîza aboriya wî welatî bi rêwebibin û kempêyna rawestan hemberî gendeliya bi rêweberiyê, bi rêwebibin.

Xwenîşander her wisa dixwazin ku serweta giştiya Lubnanê bê zivirandinê.