Şer û pevçûn li parêzgeha “Zîqar” a başûrê Îraqê li navbera ciwanan digel hêzên serkutker yên Îraqê dijwartir bûye û daxwaza berdana ciwanekî Îraqî û destjikarkişandina Parêzgar û Fermandeyê Polîs kirine.
Şer û pevçûn di navbera xwenîşaderên nerazî li parêzgeha “Zîqar” li başûrê Îraqê digel hêzên ewlehî zêdetir bûye; Wan ciwanên xwenîşander tevî daxwaza berdana ciwanekî revandî yê bi navê “Secad El-Îraqî, daxwaza destjikarkêşana Parêzgar û Fermandeyê Polîs ên parêzgeha “Zîqar”ê kirine. Herwisa ciwanên xwenîşander dane zanîn ku, li ser daxwazên xwe micid in.
Di wî şer û pevçûnê de ciwanan digel hêzên ewlehî yên Îraqê 3 ciwan hatine birîndarkirin.
Xwenîşanderên Îraqê bi sedema tedaxula rejîma Îranê di wî welatî de û herwisa girêdayîya hejmarek ji berpirsan bi hêzên ser bi rejîma Îranê û gendeliya wan, xwenîşandanên xwînavî bi rê ve birine û silogan li dijî rejîma Îranê didin.