Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan di Îraqê de berdewam e

11:24 - 10 Gulan 2020

Dîsan xelkê nerazî di çend bajarên Îraqê de li hember gendelî û mudaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarê Îraqê de xwenîşandan kirin û gelek binkeyên çekdarên ser bi Spaha Pasdaran a terorîst şewitandin.

Di bajarê “Besre, Kerbela û bajarê Kut a ser bi parêzgeha Wasit” de xelkê xwenîşandan kirin.

Xwenîşandanan di bajarê Kut a ser bi parêzgeha Wasit de binkeyên Seraya Îslam a girêdayê rejîma Îranê şewitandin.

Herwisa xwenîşanderan di başûrê Îraqê de li parêzgeha Wasitê, mala nûnerên meclîsa Îraqê, “Se`id El-Husênî”, ji firaksiyona “El Sadiqon” jî şewitandin.

Di bajarê Besrê de jî, xelkê nerazî li dijî gendeliya hikûmetê û mudaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarê Îraqê de xwenîşandan kirin. Di Kerbelayê de jî her bi wî awayî xelkê nerazî xwenîşandan kirin.

Di sala derbasbûyî de heya niha di Îraqê de xelkê nerazî bi berdewamî hatine ser şeqam û kolanan û xwenîşandan kirine. Bi wê sedemê jî hêzên ewlehî yên Îraqê sedan kes ji wan xwenîşanderan binçav kiribûn.

Di vê derheqê de Serkomarê nû yê Îraqê “Mistefa Kazimî”, roja 9`ê Gulanê, biryar daye ku dibe hemû ew hepsiyên ku di nav xwenîşandanên Îraqê de hatine binçavkirin bêne berdan.