
Piştî hatina Mistefa Kazimî wekî Serokwezîrê nû yê Îraqê, hêşta jî xwenîşandana xelkê nerazî di Bexda û hin parêzgehên dinê de berdewam e û xelk daxwaza çaksazî û derxistina hêzên girêdayî rejîma Îranê dikin.
Di bajarê Besreyê de hêzên “Sarullah” ku girêdayê rejîma Îranê ye, di nav hin xaniyan de xwenîşander kirine armancê gulleyên xwe. Bi wê sedemê jî Serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de fermana destbiserdagirtina binkeyên Sarullahê daye.
Polîsên Îraqê êrîşê ser hin xaniyan kirine ku çekdarên Sarullahê têde bûne û xwenîşander dikirine armancê gulleyên xwe. Pêka nûçeyên belavbûyî, hêzên polîsên Îraqê çend çekdarên wê girûpê binçav kirine.
Mistefa Kazimî ku ji nû ve wekî Serokwezîrê Îraqê hatiye diyarîkirin, soz daye ku li dijî çekdarên ser bi rejîma Îranê bisekîne û herwisa mafê xwenîşanderan jî aştîxwazane daye zanîn û rêz ji mafê wan digre.
Heyama çend roj e ku di çend bajarên Îraqê de xwenîşandan destpêkiriye û li çend bajarên Îraqê de jî rastî tundûtîjiya hêzên Heşda Şe`ibî hatine.
Di xwenîşandana wan çend rojan de, heya niha 2 xwenîşander ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine kuştin û zêdetir ji 100 kes jî hatine birîndarkirin.