Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan di Îraqê de berdewame û hejmara kuştiyan bilind dibe

10:53 - 16 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Xwenîşandana xelkê Îraqê li piraniya Bajarên Şî`eyên Îraqê û bi taybetî di Bexdayê de berdewam e û hejmara kuştî û birîndaran jî, zêde dibe ku.

Roja derbasbûyî di bajarê bexdayê de ji bona çawtirsandina xwenîşanderan, kesên girêdayî bi rejîma Îranê û Spaha Pasdaran a terorîst, di nav xelkê de bombek teqandin ku li encamê de dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Destêwerdan û cehda bona tepeseriya xwenîşandana li Îraqê ji aliyê rejîma Îranê ve gelek eyane, û Îraqî rejîma Îranê sebebkarê kuştin û tepeseriya xwenîşanderan dizanin.

Lewma Ayetullah Elî Sîstanî Merce`eê bilind ê ola Şî`e li Îraqê, tevî piştîvanî ji xwenîşanderan, ragihand ku xwenîşandanên xelkê Îraqê tiştekî navxweye Îraqê ye, daku dewlet û Hikûmet xizmetguzariyan dabîn bikin, lewma daxaz ji welat û aliyê derekî û cîranan kir ku, destêwerdanê di Îraqê de nekin, ku rejîma Îranê, rolê sereke heye li kuştina xwenîşanderên Îraqê de, û daxwaza sereke ya xelkê Îraqê jî kurtkirina destê rejîma Îranê di wî Welatî de ye.