
Xwenîşandan di bajarên Îraqê de berdewamin û di parêzgeha “Babil”ê de rewş aloze.
Bajarê “Hille”a girêdayê parêzgeha “Babil”ê de xwenîşandan berdewamin û rewşa wî bajarî gelek tevlîhewe, cîwanên wî bajarî di meydanan de kombûnên nerazîtiyê bi rêve dibin, ciwanên bajarê “Hille”yê bo bergirya xwe li hember erîşên “Heşda Şe`ibî”,Agir berdidne lastîkên maşînan û heya niha ew xwenîşandan berdewamin.
Xwenîşanderên Îraqê nerazîtiya xwe li hember tedaxulên rejîma Îranê di nava wî Welatî de, di piraniya xwenîşandanan de nîşan didin.
Şer û pevçûn di nawbera xwenîşanderan û hêzên asayîşa Îraqê û Hêzên Heşda Şe`ibî, di welatê Îraqê de berfirehtir dibe.
Piştî serneketina “Ellavî” bo pêkanîna kabîneya dewletê, xwenîşandan bi dijî hikûmeta gendel ya Îraqê û herwisa tedaxulên rejîma terorist a Îranê, careke din berfirehitir û bi hêztir kirine.
Tedaxulên rejîma Îranê, û gendeliyên hikûmeta desthilatdar, xelkê Îraqê rastî pirsgirêkên aborî, siyasî û ewlehiyê kiriye.
Xwenîşandana xelkê Îraqê ewa serê payîza derbas bûyî we berdewam bûye, di wan aloziyan de heya niha pitir ji 600 kes ji xwenîşanderan hatine kuştin, û xelkê Îraqê rejîma Îranê sebebkarê hemî rojreşiya xwe dizanin.