
Di bajarê Beyrut û Tirablûsê ya ser bi Lubnanê û Bexdaya Îraqê, xelkê nerazî dîsan hatine ser şeqaman û xwenîşandan kirin.
Di bajarê Tirablus û Beyrût ya ser bi Lubnanê de, xelkê nerazî hatine ser şeqaman û li dijî gendeliya hikûmetê, hejarî û midaxilekirina Hizbulaha Lubnanê di nav karûbarê Lubnanê de xwenîşandan kirin , û bi dengekî bilind hawar dikin û dibêjin Hizbulaha Lubnanê girûpekî terorîst e.
Di wê xwenîşandanê de ciwanek nerazî ji aliyê hêzên Hizbulaha Lubnanê ve hate kuştin û çendîn kes jî birîndar bûn.
Xelkê Lubnanê, hebûna gendelî, hejarî û dehan pirsgirêkên din di Lubnanê de, sebebkarê wan Hizbulaha terorîst ya Lubnanê ku girêdayê rejîma Îranê ye dizanin.
Her di vê derheqê de, li bajarê Bexdaya Îraqê jî, xelkê nerazî li dijî midaxilekirina girûpên girêdayê rejîma Îranê di nav karûbarê Îraqê de hatine ser şeqaman û xwenîşandan kirin.
Heya niha çendîn caran, xelkê Lubnan û Îraqê li dijî girûpên ser bi rejîma Îranê û destêverdana rejîma Îranê di nav karûbarê welatê wan de hatine ser şeqaman xenîşandan kirine.