Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan di piraniya herêmên Şî`enişîn ên Îraqê de berdewam e

11:10 - 26 Kanûna Paşîn 2020

Piştî evê ku roja Înê xwenîşandana girûpên ser bi rejîma Îranê li ser daxaza Muqteda Sedir li Bexdayê li dijî mana Hêzên Amerîka di Îraqê de hate lidarxistin, zaf kesan didane zanîn ku renge ev yeke bibe sebebê dawî pêanîna xwenîşandanên xelkê Îraqê li dijî desthilata wî welatî.

Eve jî di demekê de ye, ku xwenîşandan berfirehtir dibin û aloziyên zêdetir bi du xwe ve tîne.

Di piraniya bajarên başûrê Îraqê de, xwenîşandan berdewam e, û şeva derbasbûyî aliyê kêm 4 kes ji xwenîşanderan ji aliyê hêzên tepeserkar ên girêdayî rejîma Îranê ve hatine kuştin û dehan kesên din jî birîndar bûn.

Xwenîşandan di bajarên Bexda, Necef, Kerbela, Nasiriye, Dîwaniye, û çendîn bajar û deverên din ên Îraqê de berdewam e û li ser daxazên xwe tekeziyê dikin.

Bi taybetî di hemû ciheke Îraqê de, xelkê xwenîşander ên Îraqê poster û binêrên taybet bi wêneyên Qasim Silêmanî yê terorîst û Abu Mehdî Muhendis dirandin û şevitandin.

Piraniya diruşmên xelkê Îraqê li dijî rejîma Îranê û taqmên ser bi Îranê di Îraqê de ne.