Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan ji nû ve di Îraqê de dest pê kirin

11:53 - 15 Hezîran 2020

Xelkê başûr û navenda Îraqê, careke dinê dest kirin bi xwenîşandanan li dijî nudaxilekirina rejîma Îranê di nav Îraqê de û li dijî rejîmê silogan dan.

Şeva 14`ê Hezîranê, sedan kes ji xelkê bajarê Kerbelayê, hatine ser şeqam û kolanan û bi agir berdan bi tekeran, rê qutkirin, destkirin bi dana siloganan û kontirola piraniya bajar di destê xwenîşanderan de bû.

Hêzên tepeserkar ên girêdayê rejîma Îranê bi mebesta ji hev belavkirina xwenîşanderan, ew dane ber desrêja gullan.  

Herwisa roja Yekşemî, hevdem di çendîn bajarên dinê jî xwenîşandanan dest pê kir.

Xwenîşandanên roja derbasbûyî di parêzgehên El-Musena, Dîwaniye, Babil, Kerbela, Bexda û gelek cihên dinê dest pê kir û berdewam e.

Xelkê Îraqê ku di meha “Oktobr” a sala derbasbûyî de li dijî gendeliya di nava deshilatdarên Îraqê de, nebûna xizmetguzariyan, bê karî, ji hemûyan girîngtir, li dijî destêverdana rejîma Îranê di nav Îraqê de, dest kiribûn bi xwenîşandanên nerizayetiyê û di wî heyamî de pitir ji 700 kesî hatine kuştin, lê heya niha daxwazên wan nehatine cîbicîkirin.