Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li dijî Beşar Esed di Sûriyê de berdewam e

11:27 - 10 Hezîran 2020

Roja Sêşemî 9`ê Hezîranê, xelkê bajarê “Suyda” a başûrê Sûriyê bo sêhemîn roj li dijî Beşar Esed xwenîşandan kirin û daxwaza vêdebirina Beşer Esed li ser deshilatê dikin.

Pêka rapora Saziya Çavdêrî ya Mafê Mirov a Sûriyê, xelkê nerazî yên Sûriyê bi siloganên “xelk dixwazin rejîmê biherifînin, merg û neman bo Beşar Esed û şoreş, azadî, dadperweriya civakî, xwenîşandan kirin.

Pêka rapora wê Saziyê, xelkê nerazî ji roja Yekşemî ve tenê li dijî gendelî û rewşa aborî ya heyî xwenîşandan kirin û silogan didan lê, di rojên dinê de siloganên bi dijî Beşar Esed û herifîna deshilata wî hate guherîn.

Ji destpêka krîza Sûriyê di sala 2011`an de, zêdetir ji 380 kes hatine kuştin û milyonan kes jî avare û koçber bûne.