Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li dijî rejîma dîktator di Îran û Kurdistanê de berdewam e

11:17 - 13 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Xelkê nerazî di piraniya bajarên Îran û Kurdistanê de li dijî rejîma Îranê rabûne ser xwe û nerizayetiyên xwe nîşan dan, û sedan siloganên wekî, neman bo rejîma Îranê dan.

Piştî ku Spaha Pasdaran a terorîst balafira rêwiyan xiste xwarê û piştî çend rojan kişande stuyê xwe, êdî xelkê bi sedema direw û serkutkariyên rejîmê hatine ser şeqaman li dijî rejîmê û rêberê rejîmê silogan dan.

Di bajarê Kirmaşane de, xelk bi silogana “bê şeref”, li dijî rejîmê nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Her li bajarê Kirmaşanê, li dijî rejîmê siloganan dan, û hêzên ewlehî ên rejîmê jî bi gaza rûdikrêj bersiva wan da.

Di bajarê Sineyê de, hêzên rejîmê bi bê rehmane xelkê nerazî bi batoman kutan.

Xelkê nerazî yên bajarê Sine, bi siloganên merg û neman bo Dîktator nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Di Tewrîzê de, xelkê nerazî bi yek deng hawar dikirin, em komara Îslamî naxwazin.

Di bajarê Şîrazê de jî, hêzên rejîmê bi teqekirin û avêtina gazên rûndikrêj nedihêlan xelk dengê xwe yê nerazî bilind bikin.

Meşa xelkê nerazî yên bajarê Tehranê ku tirs xisrtiye di nav dilê dujmin de, bi silogenên neman bo rejîm û rêberê rejîmê xwenîşandana kirin.

Wêneya împeratorê terorê Qasim Silêmanî, ku rêberê rejîmê ew bi împeratorê deverê bi nav dikir, xelk bajarê Tehranê tabloya ku wêneya wî li ser hatibû resimkirin bi pêlaqan li ser didan û dirandin.

Di gelek bajarên din de, wêneya terorîst Silêmanî dirandin.

Bi wî awayî di piraniya bajarên Îran û Kurdistanê de xelkê nerazî rabûne ser xwe û êdî hebûna wê rejîma dîktator naxwazin û li dijî rêber û berpirsên rejîmê siloganan didan.