
Kurdistanmedia: Xwenîşandan di Îraqê de berdewame û xelk li dijî mudaxilekirina Îranê di karûbarê Îraqê de xwenîşandanan dikin û heya niha nêzî 63 kes hatine kuştin.
Xwenîşandan di Îraqê de berfireh bûye, û di çend bajarên din ê Îraqê de berdewam bûye. Li Kerbelayê xwenîşanderan ala rejîma Îranê ji ser konsolxaneyê daxistin û ala Îraqê li ser konsolxaneyê bilind kirin.
Li çend bajarên Îraqê, xelk li dijî hikûmetê derketine û dest bi xwenîşandanan kirine. Li gor kurtevîdyoyên di medyaya civakî de belav dibin li bajarê Kerbelayê ku zorîneya xelkê wê şî`e ne, xwenîşanderan ala rejîma Îranê ji ser avahiyê konsolxaneyê daxistine û ala Îraqê bilindkirine.
Xwenîşandan li destpêka meha Çirriya pêşîn, li dijî mudaxile kirina rejîma Îran di Îraqê, betalî û gendeliya aborî, di 11 parêzgehan de birêve çû.
Pêka amarên ku Saziya Mafê Mirov a Îraqê belavkiriye di roja Înê 3`ê Xezelwerê, heya niha nêzî 63 kes ji xwenîşandan hatine kuştin û 2595 kes jî hatine birîndarkirin.
Tê gotin ku pirraniya wan xwenîşanderan ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran a terorîst û Heşda Şe`ibî ve hatinine kuştin û birîndar kirin.