Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan piştî dest ji kar kêşandina Adil Ebulmehdî jî her didom e

11:28 - 1 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: “Adil Ebdulmehdî” belgeya dest ji kar kêşandina xwe, radestî parlemana Îraqê kiriye, lê heya niha xwenîşandan berdewam e, û di roja Şemiyê de çendîn kes ji aliyê hêzên ewlehî yên Îraqê ve hatine kuştin û birîndarkirin.

Xwenîşanderan, dest ji kar kêşana Ebdulmehdî, bi dîlan û şahiyan pîroz kirin û dibêjin ku, ew yekemîn pêngav e bo qutkirina gendeliya partiyan û tedaxulên rejîma Îranê.

Xwenîşander bi bê berçavgirtina pirsên Olî, wan xwenîşandanan birêve dibin û xwesta wan rizgarbûn ji gendelî, bêkarî, lawaziya birêveberiyê û tedaxulên rejîma Îranê ye.

Berfirehiya wan xwenîşandanan di astekê de ye ku, heya mezargeha “Mihemed Baqir Hekîm” jî gir berdanê.

Ji aliyek din ve jî, “Moqteda Sedir” ragihandiye ku em beşdariyê di dewleta nû de nakin.

Bi giştî xwest û kiryarên wan xwenîşandanan tête dîtin ku, xelk ji gendelî, tedaxulên biyaniyan û birêveberên lawaz, ji jiyana xwe ya hejarane westiyane.