Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û alozî di Îraqê de destpêkir

13:22 - 4 Nîsan 2020

Xelkê Îraqê piştî heyamekê ragirtina xwenîşandanan bi hegera hebûna Korona yê û berçawgirtina rênimayî yên tendirustî, roja derbasbûyî ve disan dest kirine nerizayetî û xwenîşandanan.

Şewa Înê li ser Şemiyê Hezaran kes li Bajarê Nasiriyê derketne ser Kolanan, û nerizayetiya xwe li hember xemsariya Hikûmeta Îraqê li hember belavbûna Vîrûsa Korona yê dane xûya kirin.

Xwenîşanderan di Bajarê Nasiriyê êrîş kirne ser çendîn dem û dezgehên Hikûmetî, û şer û pevçun di navbera xwenîşanderan û hêzên Heşda Şe`ebî de hate navber.

Hêzên Heşdê, xwenîşander dane ber desrêja gulan û çendîn kes kuştin û birîndar kirin.

Xwenîşander dibêjin li demekê de ku rojane Korona canê xelkê Îraqê distîne û Hikûmet çi xemê lê naxo, di cihê ewê ku çareyekê bona berahîk girtina belaw bûna Koronayê peyda bike, Hikûmet û deshilatdarên Îraqî, bi haydan û destêwerdana rejîma Îranê, wê dil hene bikewne şer di gel Amerîka û êrîşê bikne ser Amerîkayî yan, bê guman kiryareke wiha dikare Îraqê ber bi malvêraniya zêde tir ve bibe.

Ew xwenîşandana hevdem bûye di gel çuna Pasdarê terorîst Simaîl Qa`anî bo nava Îraqê , ku di gel girûpên Milîse girêdayî bi xwe bernamerêjiyê bo êrîşa ser hêzên Amerîka yê re dikin.