Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û mangirtina kedkarên nerazî di Îranê de berdewam in

17:53 - 12 Tebax 2020

Xwenîşandanên nerizayetî û mangirtina giştî yên kedkaran bi awayekî berfireh di piraniya bajarên Îranê de berdewam in û kedkar li ser daxwazên xwe micidin.

Roja Sêşemî, 11ê Tebaxê, kedkarên şirketa (Zuxal Seng) di Kirmanê de, Ajotvanên Otobûsranî a şirketekî taybet li Tehran ê, kombûna nerizayetî ya mamostayên “Nêhzeta Sewad Amûzî” li Tehranê, kedkarên şirketa maşînsazî a Hêpko li Erakê, kedkar û karmendên şirketa “Neyşiker a Heft Tepe” di bajarê Şûşa Xuzistanê, kombûna nerizayetî ya karmendên girêbestî yên “Îsar Geran” rû bi rûyê meclîsa rejîma Îranê û herwisa kombûna nerizayetî ya kedkarên girêbestî yên şirketa “Abfa” a bajarê Ehwazê, nerizayetiyên berfireh bona bidestveanîna daxwazên xwe lidar xistin.

kedkarên nerazî derheq paşketina heqdestan, dizî û gendeliya berpirsan, wernegirtina bîme û berçavnegirtina hewcehiyên wan ji aliyê berpirsan ve û herwisa li ser sozên bi çewtderketî yên berpirsan, di çendîn bajarên Îranê de xwenîşandan û mangirtinên berfireh lidar xistine.

Hejmarekî zêde ji wan kedkaran çendîn rojan û mehan e ku wan xwenîşandan û mangirtinan bi rê ve dibin û li ser daxwazên xwe micidin û tekez dikin ku, heya bidestveanîna mafên xwe dê berdewam bin.