Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û mangirtinên berfireh di Îran ê de zêdetir dibin

13:34 - 9 Tebax 2020

Xwenîşandan û mangirtinên kedkaran di çendîn bajarên Îranê de, tevlî mangirtinên giştî yên seranserê Îran ê bûn.

Roja şemî, 8ê Tebaxê, kedkarên wizegeh a bajarê “Urmiyê” mangirtina xwe berdawm kirin û herwisa mangirtinên kedkarên neft û gaz a başûr her berdewamin û kedkarên “azeran” a palavtingea “Qişm”ê jî dest ji kar berdan û tevlî mangirtina giştî ya kedkaran bûn. Kedkarên girêbest yên binav “Qerargah a Xatem” faz a 2 û 3 jî, dest jî kar berdane.

Kedkarên malnişînkirî yên “Mian Ab” a bajarê “Şûş”ê, derheq wernegirtina “Salane”, dest bi mangirtinê kirine.

Berpirsên neşiyaw yên rejîmê bona şikandina wan mangirtinan, hincar pişkek ji paşketan bi wan kedkaran re didin lê, kedkar herwiha bi hevgirtineke micid, li ser daxwaz û xwesên xwe û herwisa li ser wergitina heqdetên xwe, bi micidî wan mangirtin û xwenîşandanan lidar dixin.

Şikesta Îdarî, siyasî û aborî ya rejîma Îran ê û giraniya paşhatên siyasetên çewt û hov yên rejîma Îran ê, niha ketiye ser milê xelkê  û rejîm tevî ku ti alîkariya xelkê nake, belku rojbiroj, di cehda daf û telikên nû deye ku, darayiya xelkê Îran ê zêdetir bidize.