Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û nerazîbûna xelkê li bajarê Abadan û pirraniya bajarên din de berdewam e

17:59 - 31 Gulan 2022

Nerazîbûna xelkê Abadanê li derheq hiloşîna avahiya “Metropol”ê berdewam e û di heyamên şevê de di navbera hêzên rejîmê û xwenîşandanan de li ser şeqamên nêzî cihê bûyera “Meteopol”ê şer û pevçûn diqewim e.

Di rojên derbasbûyî de, ji bo cendîn caran hêzên rejîmê êrîş kirine li ser xelkê nerazî û teqe ji wan kirine û bi batom û gaza rondikrêj êrîşî li ser wan kirin.

Her di vê derheqê de, komek ji eşîrên deverê bi bilindkirina alaya eşîrên xwe piştevaniya xwe bo qurbaniyên bûyera “Metropol”ê nîşan dan e.

Bajarvaniya “Abadan”ê roja Yekşemî 8`ê Cozerdanê bi nîşana hevxemiya xwe digel xelkê lêqewmî, rêûresima sersaxiyê lidar xistibû, lê xelkê “Abadan”ê bi beşdarîkirina di vê rêûresimê de  siloganênli dijî rejîma Îranê qîrandin û ew rêûresim kirine kombûna nerazîbûnê.

Di rojên derbasbûyî de, di pirraniya bajarên Îranê bitaybet li parêzgeha “El-Ehwaz”ê, xelk bi lidarxistina xwenîşandanan, hatine li ser şeqaman û bi qîrandina siloganên li dijî rejîma Îranê, piştevaniya xwe bo xelkê “Abadan”ê nîşan dan.

Pêka çavkaniyên girêdayî rejîma Îranê heta niha 34 kesan li bûyera hiloşîna avahiya “Metropol”ê de canê xwe ji dest dane .