Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û nerizayetî her derê Îranê destpêkiriye

13:40 - 30 Hezîran 2020

Roja Duşemiyê dehan bajarên Îranê de qatên cudacudaye xelkê bi nîşana nerizayetî li hember siyaseta rejîmê û rewşa xirabe abûrî û nedana Hiquqê xwe dest kirne bi nerizayetî û mangirtinê ku em dikarin di vê raporê de işarê bi wan cihane bikin.

Sedan Paqij kerên Şaredariya Isfehanê man girtin û kombûn pêk anîn.

Sedan Paqijkerên Şaredariyê li Buşêhrê man girtin û neçune ser kar.

Sedan Perestaran û kadrên dermanî bi nîşana nedana hiqûq û bê îmkanatiya di nexweşxanan de, kombûna nerizayetiyê pêk anîn.

Karmendên îdara Moxabiratê bi nîşana nerizayetî ji paşte ketina hiquqê xwe ber derê mixabiratê kom bûn.

Kombûna nerizayetiya Hewaledarên şirketa Azwîko ya Tewrêzê ber derê bînaya Te`ezîrata rejîmê.

Kombûna nerizayetiya sedan karmendên Neft û Gazê li hember Wizareta Neftê, ku daxwaza hiquqê xwe dikirin.

Kombûna Kum zeran anku karmendên Berqê , ber derê Îdara Berqa parêzgeha Hormozganê.

Kombûna sedan kes ji Sehamdarên Bana Mêhr li ber derê dadistaniyê li piraniya Bajaran de.