Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û nerizayetî li Îranê de zêdetir dibin

13:40 - 18 Gulan 2020

Piştî evê ku heya qasekê qerentîna Korona yê sist bûye, rojane virade vêde bas û xeberê xwenîşandan û nerizayetiya xelkê û qatên cuda cuda li bajarên Îranê tête bihîstin.

Roja derbasbûyî 17 ê Gulanê Kirêkarên Şirketa Utûbûs raniya Tehranê ber derê Şêvra Bajar kom bûn.

Wan Kirêkaran daxwaza heqdestê xwe yê çend mehên paşkevtî dikirin.Wan dirûşm didan Şaredar bersivder be. Li jêr givaşa daxwazên wan kirêkaran de Berpirsê giştiyê yêkeya Utûbûs raniya Tehranê soz da wan Kirêkaran ku dê di demeke nêzîk de hemî Hiquqê wan yê paşkevtî bidne wa.

Her wisa roja Şemiyê sedan kes ji wan kesên ku Dirav razandine bo kirîna Maşînan, ber derê Sayîpa dizêlê kom bûn û daxwaza Perê xwe kirin û dest kirne bi dirûşm danê û nerizayetiyê.

Parek ji wan ewa 4 sale Pere razandine , lê ne Maşîn dane wan û ne çi basek ji Perê wan heye.

Rejîm baş dizane ku egera hindê heye ku nerizayetî û xwenîşandan di seranserî Îranê de dest pêbikin û cehdê dike ku nehêle ev nerizayetî berfirehtir bibin.