
Kurdistanmedia: Xwenîşandan û nerizayetiya Xelkê Lordiganê li derheq belav bûna vîrûsa Îdzê li nava Xelkê de berdewame û rejîm jî bi avayê herî bê rehmane li cehda tepeseriya xelkê de ye.
Xelkê Lordgane li henber belav kirina Vîrusa Îdzê ji aliyê Îdara Bêhdaşta rejîmê ve, dest kirine bi nerizayetiyê û daxwaza lê pirsînê dikin, rejîm guhê xwe nade daxwaza xelkê û li cehda mat û bêdeng kirina wan de ye.
Xelkê nerazî piraniya dem û dezgeh û Îdarên rejîmê şevitandin. Ji wan Deftera Pêşnimêjê Lordiganê, Îdara Bêhdaştê, Fermandarî.
Xelkê zaf bajar û deveran bona piştîvaniya Lordiganê dest kirne nerizayetiyan. û li henber wê dujminkariya rejîmê di gel Loran, bê deng nebûn, ji wan Êla Bextiyarî û netewa Belûç li Sistan û belûçistanê.
Îdara Bêhdaşta rejîmê bi belavkirina Surengên hilgirê nexweşiya Îdzê, sedan kes li Gundê Çinar Mehmûd, tûşî nesaxiya Îdzê kirine.
Ewa pitir ji Heftiyekê ye ku rejîm bi hemi hêza xwe ve dixaze dengê xelkê mat biket.
Deshilatdarên rejîmê ne tenê bersiva daxwaza xelkê nadin, belkî bona tepeseriya pitir, radigehînin ku ev nerizayetiya xelkê, girêdaiyê dujmin û dije şorişê ye.