Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û serhildana xelkê Lubnanê berdewame û dewlet li ser herifînê ye

13:32 - 10 Tebax 2020

Xelkê Lubnanê ku Hizbulah ê û berpirsên hikumetî sûçdar dizanin li derheq teqîna mezin a Beyrûtê, bi armanca sernixuniya dewletê serhildan kirin, parek ji wezîran dest ji kar berdan û berpirsên hizbulah ê jî revîne Îranê.

Roja yekşemiyê xelkê Lubnanê bi dijî deshilatdarên hikumeta wî welatî xwenîşandan kirin û dest bi ser piraniya dem û dezgehên dewletî, û bi taybetî çendîn wezaretxanan de girtin.

Xelkê serhildayî yê Lubnanê 24 demjimêr derfet dane dewletê ku dawî hatina xwe rabigehîne, gorî nûçeyan heya niha 6 Wezîran û pitir ji 10 Parlementêran dest ji kar berdana xwe ragihandine.

Hesen Nesrulah û parekî dinê ye Hizbulah ê revîne Îran ê.

Xelkê Beyrûtê ku dest bi ser çendîn wezaretxanan de girtine, şewa derbas bûyî bi meqseda çuna bo nava Parleman gelek cehd kirin, çekdarên hizbulahê xwenîşander dane ber Gullan, lê dîsan jî nekarîn pêşiya xelkê bigrin.

Çendîn welat piştgîriya xelkê Lubnanê dikin, û daxwazkarê hilweşîna hikumeta Lubnanê ne, ji wan piraniya welatên Erebî, Alman, Amerîka û bi taybet Firanse ji her aliyekê micidtire.

Serkomarê Firans ê 3 hefte derfet dane dewleta Lubnan ê ku li ser kar wêde biçin û ji aliyên siyasiye welat xwastiye ku amade bin karê birêve birina welat bigirne dest xwe.

Tîma lêkolîna firanse yê li ser cihê teqînê, eşere kir ku ew teqîn hinde bi hêz bûye ku 43 metran erd kûr kiriye, û herwisa ragihandiye ku çendîn Tonêlên veşartî li cihê teqînê peyda kirine.