
Xelkê bajarê Bêhbehanê şewa derbas bûyî , rijiyane ser xîyewanan û bi dijî rejîmê dirûşm dan,
Gorî zaniyarî û vîdeyo yên ku li ser torên Civakî hatine weşandin, Şewa Pêncşemî li ser Înê, xelkê bajarê Bêhbehanê derkevtne ser şeqaman û dest kirne dirûşman bi dijî tewawiyeta rejîma dîktatore Islamî, dirûşmên weke: Em hikumeta Islamî naxwazin, Axund dibe welat berde û bicehnime here, netirsin netirsin em hemî gel hevin, merg bo Xamineyî, merg bo dîktator û ……
Xelkê Bêhbehanê daxwaz ji hemî xelkê Îranê kirin ku rabne pişta wan û hemî bi yêk dengî, carekê rabin û wê rejîmê sernixûn bikin.
Hev dem di çendîn bajarên dinê de xelk derkevt , da ku xwenîşandan bibe seranserî.
Di piraniya bajarên mezin û bi taybetî li Tehran , Tewrêz , Şîraz, Meşhed, Ehwaz , kirmaşanê, rejîm di amade başiyê de bû û hêzên tepeser kare xwe belaw kirne nawa bajaran.
Hêzên tepeser kare rejîmê li bajarê Bêhbehanê êrîş kirne ser xwenîşandanderan û şer û alozî hate navber û hêzên dijî gelî bi havêtina Gaza Rondikîner û gulle berdan ser xelkê xwenîşander, cehd kirin ku xelk jev belav bibe, lê hindî pê diçu, xelk zêdetir tevlî xwenîşanderan dibû.