Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana milîsên girêdayê rejîma Îranê li Bexdayê

11:36 - 25 Kanûna Paşîn 2020

Roja Înê li ser daxwaza girûpên girêdayê rejîma Îranê di bajarê Bexdayê a ser bi Îraqê de, li dijî mana hêzên Amerîkayê di wî welatî de xwenîşandan kirin.

Bi hezaran kes ji girupên wekî Heşda Şe`ebî û milîsên wan, li ser daxwaza Moqteda Sedir li bexdayê kombûn û li dijî Amerîkayê silogan dan.

Moqteda Sedir ragehand, xelkê Îraqê di xwenîşandaneke milyonî de, mana hêzên Amerîkayê li Îraqê û binpêkirina serwerîya welatê me red dikîn.

Berê jî parlemana Îraqê bidengdana hejmarek li endamên parlemanê, derketina hêzên Amerîkayê di Îraqê de pejirandibû.

Di beranber de jî, balyozxaneya Amerîkayê gefa xwaribû ku hekî xwenîşandan nêzîkî balyozxaneya Amerîkayê bibin dê bi hêza leşkerî bersiva wan bide.

Herçiqas ku hezaran kesên ji girûpên ser bi rejîma Îranê û bi haydana Îranê ew xwenîşandana lidar xistin ku nav jê danabûn xwenîşandana milyonî, lê hevdem li piraniya bajarên Îraqê û bi taybetî li Bexdayê xwenîşandana xelkê li dijî desthilata Îraqê birêve diçe û daxaza goherîna sîstema birêveberî ya welat dikin û li dijî destêverdana rejîma Îranê di Îraqê de xwenîşandanan dikin.