Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana milyonî li Bexdayê

11:59 - 10 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Îro li Bexdayê xwenîşandana milyonî birêve çu û gelek hêzên ewlekarîyê jî li derdora xwenîşandanan belav bûne.

Qeys Xezelî, emîndarê girûpa Esayîb Ehli heq ragihandibû ku dê  gelek xelik bête kuştin.

Li ser gaziya xwenîşanderên Bexdayê, daxwaz Ji xelkê hemû parêzgehên din ên Iraqê hatibû kirin ku biçne Bexdayê bo girseya xwenîşandana 5 milyonî. Armanca sereke ya xwepêşanderan eve ku rêbendên li ser piran rakin û derbasî navçeya Kesk bibin.

Li ser esasê wê gaziyê her li demjimêrên destpêka îro we, pêla xelkê seranserî Îraqê berbi Bexdayê we, kevtne rê.

Ew Xwenîşandan dikare qedera Îraqê êkalî bike.

Hevdem li Parêzgehên dinêye Îraqê weke Kerbela û Necefê de jî xwenîşandan birêwe diçin.

Ev sê rojin çalkvan û sendîka amadekariyan ji bo mezintirîn xwepêşandana girseyî li qada Tehrîr dikin.

Xwenîşanderan hemi derwazên Bexdayê girêdane, li henber de jî, hêzên emnî li hale amadebaşê dane.

Ew 2 mehe ku xwenîşandan li Îraqê de berdewamin û heya niha pitir ji 400 kes ji xwenîşanderan hatine kuştin.

Xelkê Îraqê rejîma Îranê û girûpên girêdayî bi Îranê sebebkarê kuştina xwenîşanderan dizanin, lewmaye ku xelkê Îraqê zêdetir ji daxwaza çaksaziya welatê xwe, daxwazkarê kurt kirina destê Komara Îslamî li welatê xwe de ne.