Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana nerizayetiyan di Îranê de berfirehtir bûye

12:45 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bî sedemên cuda bi taybet bê avî, bêkarî, nedana heqdestan, guhnedana berpirsan û berçavnegirtina rewşa jiyana xelkê ji aliyê rejîmê ve xwenîşandana nerizayetiyan di Îranê de roj bi roj zêdetir û berfirehtir dibe.

Xelkê bajarê “Xuremşehr”ê li parêzgeha Xûzistanê bi sedema bêaviyê bi awayekî berfireh xwenîşandan kirin û herwisa kedkarên bajarvaniya Ehwazê bi sedema wernegirtina heqdestên xwe yên çendîn mehan xwenîşandaneke berfireh lidar xistin.

Nerizayetiya kedkarên kompaniya “Heft Tepe” berdewam e û rûbirûyê avahiya îdariya kompaniya “Heft Tepe”yê kombûna xwe ya nerizayetiyê berdewam dikin.

Herwisa xwenîşandaneke nerizayetî ji aliyê xelkê bajarê Îsfehanê ve bona parastina ava çemê “Zayende Rûd”ê ku bona kargehên polasazî tê bikaranin, hate lidarxistin.

Kedkarên bajarê “Îze” yê ser bi parêzgeha Xûzistanê piştevaniya xwe li nerizayetiya kedkarên “Hefşecan”ê dane xuya.

Herwisa kedkarên bajarê “Dehdez”ê bi lidarxistina kombûnekê piştevaniya xwe li kombûna kedkarên nerazî û xwenîşandanên seranserî dane xuya.

Rejîma Îranê heta niha nekariya bersiva daxwazên wan xwenîşanderan bide ku bi sedema krîzên aborî, gendeliya berpirsan, neşiyana karbidestên rejîmê, cudatîdanîn û bêkariyê, kombûnên nerizayetiyê bi rê ve dibin.