
Xwenîşandanên nerizayetî yên kedkar û ajotvanan di Îranê de berdewam e.
Roja Şemî, 18ê Tîrmehê, kombûna nerizayetî yên karker û kedkarên şirketa heftepe, ajotvanên şirketa “Muxabirat” a parêzgeha Sine, kedkarên bajarvaniya “Kot Ebdullah”, kedkarên navenda neftî ya “Deşta Mêysan”ê bi rê ve çûn û li ser daxwazên xwe jî micid in.
Xwenîşandana nerizayetî ya karkerên şirketa “Heft Tepe” di 34emîn roja xwe de her berdewam e û wan kesdkaran bi kombûn di hember Fermandariya bajarê “Şûş”ê, siloganên wekî “em birsîne” dan.
Paşketina mûçeyên ajotvanên şirketa “Muxabirat” a parêzgeha Sine û li ser soza xwe nemana birêveberan û tinebûna ewlehiya kar, bûne sedemên xwenîşandana nerizayetî ya wan ajotvanan.
Kedkarên bajarvaniya “Kot Ebdulah” di parêzgeha Xûzistanê de li ser paşketa heqdest û daxwazên xwe yên dinê, li hember parêzgariya Xuzistanê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa kedkarên navenda neftî ya “Deşta Mêysan” a Xûzistanê li derheq kêmbûna heqdestê xwe û sedan pirsgirêkên din kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.