
Du roj e ku carekî dinê ji nû ve xelkê Lubnanê li dijî gendelî û rewşa xirab a aborî û siyaseta deshilata wî welatî xwenîşandan dest pêkirine û hatine ser şeqaman.
Xwenîşander di bajarên Beyrût û Trablusê de rastî tepeserî û êrîşa hêzên ewlehî û bi taybetî hêzên Hizbullahê hatine ku şer û tundûtîjî di navbera wan de çêbû.
Xelkê nerazî êrîş kirine ser çendîn bînayên hikûmetî û bankan û bi avêtina molotofan agir berdanê.
Di bajarê Beyrûtê û Trablusê de xelkê karîne kontirola gelek îdare û taxên wan bajaran bigirne dest xwe.
Şoreşa xelkê Lubnanê berî peydabûna vîrûsa Koronayê bo heyamê pitir ji mehekê hebû, lê piştî hatina Koronayê, ew xwenîşandane hatibû rawestandin, lê 2 roj e ku xelkê nerazî bi hatina xwe bo ser şeqam û kolanan û dana siloganan li dijî desthilatê, qonaxekî nû ji serhildanê dest pêkirine.
Xelkê Lubnanê, Hizbullahê ku girûpekî çêkirî û girêdayî rejîma Îranê ye, sebebkarê hemû gendelî û pirsgirêkên di nava Lubnanê de dizanin, ku Hizbullah bi biryaya rastevxwe û destêverdana rejîma Îranê dizane.
Rewşa piraniya bajarên Lubnanê aloz e û hêzên Hizbillahê xelkê didine ber destrêjiya gulleyan.
Balyozxana Amerîka li Beyrûtê, tepeser û tûndûtîjiya xwenîşanderan ji aliyê hêzên ewlehî û Hizbulahê ve şermezar kir û daxwaz kir, ku di cihê tepeseriyê de bila guh bidine daxwazên xwenîşanderan.