Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana xelkê Lubnanê ji bo çekkirina Hizbulaha Lubnanê berdewam e

12:15 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2020

Bi sedan xelkê nerazî ên Lubnanê li ber deriyê balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê ya paytexta Lubnanê kom bûn û daxwaza çekkirina Hizbulaha Lubnanê dikin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, xelkê nerazî bi silogandana “ne bi çekên neyayasî re" û bi bilindkirina alaya Lubnan û Amerîkayê nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Herweha daxwaza bicihanîna biryaranameya 1559an ya Şwreya Emniyet a Saziya Netewên yekgirtî di Lubnanê de kir.

Li gorî wê biryarnameyê ku di “September”a 2004an de hatiye pejirandin, divê hemû çekdarên di Lubnanê de bêne çekkirin.

Xelkê Lubnanê bi berdewamî têne ser şeqaman û li dijî Hizbulaha terorîst ya Lubnanê û mudaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarê Lubnanê de xwenîşandan dikin.