
Kurdistanmedia: Xelkê nerazîbûyî ên bajarê Lurdigan a ser bi parêzgeha Çiharmehal û Bextiyarî li dijî rejîma Îranê xwenîşandanan dikin û daxwaz doz vekirina dosiya xelkê ku di dermanxanê de rastî nexwaşiya Îdzê hatine dikin.
Roja Şemî 13`ê Rezberê, xelkê nerazî ê gundê “Çinar Mehmûd” a ser bi bajarê Lurdigan li ber deriyê Feremandarî a bajarê Lurdiganê bi xwenîşandan û bi gotina silogan li dijî rejîmê neraziyên xwe bi sedema nifşkujiya wan ji aliyê rejîmê ve dane zanîn.
Rejîmê heya niha tu bersivek wisa ji xelkê re nedaye û negotiye ku bi çi sebebekê ev kesene rastî nesaxiya Îdzê hatine, û herwisa xelkê wî gundê bi bikaranîna madeyên hişber tohmetbar kiriye, û eve jî bûye sedem ku xelk nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
Hêzên serkutkar ên rejîmê bi gazên rûndik anîn û guleyên şer dixwazin pêşî li xwenîşandanan bigrin.
Xwenîşandan bi siloganên dîyarîkirî, daxwaza hikimdana ew kesên ku ew cinayeta dijî mirovî encam dane dikin.