Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanê nerizayetî li Îsfehanê berdewam in

11:55 - 21 Çirriya paşîn 2021

Xwenîşandanên Îsfehanê ku di destpêkê de bi xwenîşandana werzêran dest pê kiribû, niha berfirehtir bûye û beşdariya xelkê di wê xwenîşandanê de gelek zêde bûye û rejîm hewla ji rêderxisrtina wê xwenîçandanê dide.

Xwenîşandana nerizayeti li Îsfehanê li roje Yekşemî 21ê Çiriya Paşîn jî berdewam e û beşdariya xelkê di wê xwenîşandanê de roj bi roj zêdetir dibe û êdî xelk li dijî rejîma Îranê û rêberê Oliyê wê rejîmê siloganan didin lê rejîma Îranê bi şandina ragihandinên xwe hewla ji rêderxistina wê xwenîşandana berfireh dide û nûçeyên çewt belav dike.

Rejîma Îranê hewlê dide ku wê xwenîşandana nerizayetiyê bi tenê bi sedema nebûna avê û pirsgirêkên bêavîyê ya werzêran bide nîşandan, ew di halekê de ye ku siloganên xwenîşanderan li dijî binyata rejîmê ne û rejîm ji wê yekê ditirse ku ew berfirehtir bibe û di bajarên dinê de jî bê lidarxistin û xwenîşandanek dijwartir û  midictir ji Xezelwera 1398an seranserê Îranê li xwe bigre.

Xelkê xwenîşander li roja Yekşemî li ser pira xwacû xwenîşandanek berfireh û bi beşdariya hezaran kesî lidar xistin.