Xwenîşandaneke berfireh li bajarê “Conqan”ê li parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî”yê bi sedema binçavkirina çalakvanekî medenî yê wî bajarî hate lidarxistin.
Hêzên serkutkerên rejîma Îranê li roja Yekşemiyê li bajarê “Conqan”ê girêdayê parêzgeha “Çarmihal û Bextiyari”yê êrîş kiribûne li ser mala çalakvanekî medenî ê bi navê “Hebîb Fedayî” û piştî kutana kurê wî, ew binçav kiribûn, bi wê sedemê xelkê wî bajarî xwenîşandaneke berfireh lidar xistin û daxwaza azadiya wî çalakvanî kirine.
xwenîşanderan tevî şermezarkirina wê reftara hovane ya hêzên serkutker daxwaz kirine ku “bi lezgînî wî çalakvanê medenî ji girtîgehê berdin” û li dijî rejîma Îranê silogan dan.
Berê “Hebîb Fedayî” bo piştevanîkirin ji nerizayetiyên xelkê Xûzistanê di meydana navendiya bajarê “Conqan”ê de bo xelkê wî bajarî kombûnek lidar xistibû.
Kurê “Hebîb Fedayî” bi awayekî hovane ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye kutan û piştî wê lêdan û kutanê bavê wî hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastine.