
Xwenîşanderên nerizayetiyê di bajarên “Bexdad, Necf û Babil”ê de, li dijî rejîma Îranê bi awayekî berfireh bi rê ve çûn.
Roja Yekşemî, 26ê Tîrmehê, kombûnên nerizayetiyê di bajarên “Bexda, Necef û Babil”ê de bi sedema midaxilekirina rejîma Îranê di nav karûbarê Îraqê de û gendeliya berpirsên hikûmetê hete lidarxistin.
Di bajarê “Necef”ê de, xelk kontrola şeqama balafirxane û şeqamên dinê girtine destê xwe û kombûna nerîzayetiyê lidar xistin û daxwaz kirin ku parêzgarê girêdayê rejîma Îranê li ser kar bê derxistin.
Hewisa di bajarê “Bexdayê”ê de, li ser gendelî û kêmbûna xizmetguzariyan, kombûna nerizayetiyê hate lidarxistin ku sebebkarê sereke ya wan gendeliyan û kêmasiyan, mudaxilekirina rejîma Îranê û kesên girêdayê rejîma Îranê ye.
Herwisa di bajarê “Babil”ê de jî, xelkê li ser gendelî û rewşa heyî ku bi awayekî bi sedema mudaxilekirina rejîma Îranê ye, agirê nerizayetiyê li ser şeqaman hil kirin.
Di meydanên “El Teyran” û “El Tehrîr” de, di navbera xelkê nerazî û hêzên ewlehî de, pevçûn hate pêş û di meydana “El-Tehrîr” de, xwenîşander rastî gulereşandina wan hêzan hatin û kesek hatiye kuştin û çend kesên dinê jî birîndar bûne.